Romana nivîskarê navdar Aldous Huxleyî ya "Brave New World" ji aliyê nivîskar, akademisyen û wergêr Salih Agir Qoserî ve bi navê "Cîhana Nû ya Xweş" ji Îngilîzî ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û ji Weşanên Cervantesê derket. #BraveNewWorld
- rumetmed.blogspot.com/2026/1…
Wêjexane retweeted
Ez gelek şanaz im ku helbesta min Mohra Reş xelateke navnetewî wergirtiye. Xelata Taybet ya Navnetewî (Mención Especial Internacional) a ku bi ser navê "helbest, bîr û berxwedan" ji aliyê juriya Festîvala Fîlm û Hunerê ya Latînî ya Fîladelfiyayê hatiye dayîn. Mala wan ava be💖
Wêjexane retweeted
Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de ku cara ewil di 1934an de tê çapkirin û yek ji romanên kult ên edebiyata polîsî tê qebûlkirin, bi wergera Dibar Çelik me dikişîne nav dalanên mişt bi raz û şaşwaziyan dagirtî.
pallwesan.com/detail/3062-ku…
Wêjexane retweeted
Malpera me ya nû vekirî ye! ✨
Çand, huner û polîtîka li ser heman navnîşanê.
Yeni web sitemiz yayında!
Kültür, sanat ve politika aynı adreste.
👉 kovaradilop.net/
#Dilop #Kurdî #Türkçe
Wêjexane retweeted
●DERKET●
CÎHANA NÛ YA XWEŞ
•ALDOUS HUXLEY•
WERGERA JI ÎNGILÎZÎ •SALIH AGIR QOSERΕ
@SalihAgirQoseri
Aldous Huxley di Cîhana Nû Ya Xweş de, ku di 1932’yan de nivîsîye, jîyana salên 2500’î pêşkêş dike. Li Cîhanê dewletek tenê bi navê Dewleta Cîhanê heye, zarok di laboratuwaran de, bi hejmarên girseyî tên hilberîn. Zewac, malbat, dayik, bav, xwişk û bira, herweha hestên wekî hezkirin, evîn, xemgînî, hêrsbûn û hwd. tune ne. Nexweşî, kalbûn û pîrbûn jî tune ye, mirov her tim ciwan in, kêfxweş û bextewar in.
Lê gelo cîhaneke wiha mimkun e?
Huxley bi nivîsîna vê romana dîstopîk di eslê xwe de vê pirsê ji cîhana me yî îro dike. Lewra pêşkeftinên zanistî û teknolojîk me ber bi cîhaneke wiha ve dibe. Huxley bi karakterê Johnê ku ji herêma Bejî hatiye vê cîhanê, şaşî û qisûrên vê cîhanê nîşan dide, di heman demê de bersiva vê pirsê jî dide.
Cîhana Nû Ya Xweş ji alî Salih Agir Qoserî ve hatiye wergerandin ku romanên George Orwel 1984, Çewlîka Heywanan, Kallocain a Karin Boye û gelek romanên din wergerandiye Kurdî. Ev roman ne tenê xeyala cîhaneke pêşerojê ye, di heman demê de neynika cîhana me yî îro ye jî.
#roman #wêjeyacîhanê
📍lisyayinevi.com/cihana-nu-ya…
Wêjexane retweeted
"Ji nîvê dîtinên xwe bawer bikin, ji bihîstinên xwe qet bawer nekin."
— Edgar Allan Poe
Wêjexane retweeted
📚 Konferansa Wêje û Aştiyê
📌 Ji bo em rola wêje, ziman û ronakbîriyê ya di avakirina aştiyê, lihevhatinê û pêkvejiyanê de biaxivin, em li hev kom dibin. Konferansa ku bi organîzasyona PENa Navneteweyî û PENa Kurd; bi beşdariya Hevşaredarên me Serra Bucak û Emîn Ay, bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyên Peyas, Rezan, Yenîşehir û Sûrê tê lidarxistin, hemû welatiyên me gazîkirî ne.
📅 6ê Mijdara 2026an
🕤 09.30
📍 Salona Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin
📚 Konferansê Edebîyat û Aştî
📌 Ma yenê têhet ke awankerdişê aştî, pêkerdiş û pîyaciwîyayîşî de rolê edebîyat, ziwan û roştîbîyayîşî ser o qisey bikerê. Heme hemwelatîyê ma dawetkerdeyê konferansî yê ke bi organîzasyonê PEN-a Mîyanneteweyî û PEN-a Kurdî, bi beşdarîya Hemşaredaranê ma Serra Bucak û Emîn Ayî û bi piştîdayîşê Şaredarîya Amedî ya Şaristanê Girdî û şaredarîyanê Peyas, Rezan, Bajaro Newe û Sûrî do bêro organîzekerdiş.
📅 6ê Teşrîna Peyêne 2026
🕤 09.30
📍 Salona Alî Emîrî ya Şaredarîya Şaristanê Girdî
📚 Edebiyat ve Barış Konferansı
📌 Barış, uzlaşma ve birlikte yaşamın inşasında edebiyatın, dilin ve aydınlanmanın rolünü konuşmak üzere bir araya geliyoruz. Uluslararası PEN ve Kürt PEN’in organizasyonuyla; Eşbaşkanlarımız Serra Bucak ve Emin Ay’ın katılımıyla, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, Kayapınar, Bağlar, Yenişehir ve Sur belediyelerinin desteğiyle düzenlenecek konferansa tüm yurttaşlarımız davetlidir.
📅 6 Kasım 2026
🕤 09.30
📍 Büyükşehir Belediyesi Ali Emîrî Salonu
#Diyarbakır #Amed
Wêjexane retweeted
●DERKET●
SÛRETÊ VEGOTINÊ
Li Ser Erka Wêjeyê û Teknîkên Roman û Vegotinê
•ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN•
@IbrahimSeydoo
Mirov romanekê dinivîsîne ji bo ku kesên din bixwînin. Lê roman ne bi tenê çîrok û naverok e, ne jî tenê form û teknîk e; hêza berhemeke wêjeyî di hevgirtina ziman, naverok, teşe, raman, leheng, avahî, tevn û teknîkên vegotinê de derdikeve holê. Roman di têkilîya van hêmanan û di danûstendina navbera nivîskar, vebêjer, metn û xwendevan de dibe cîhaneke zindî.
Îbrahîm Seydo Aydogan, ku nêzî sîh salan li ser ziman, wêje û bi taybetî romana Kurdî xebitîye, di Sûretê Vegotinê de bi têgeha “sûretê vegotinê” çarçoveyeke teorîk a xweser ava dike û dipirse: Çi dike ku çîrokek bibe berhemeke wêjeyî û di vê pêvajoya afirandinê de têkilîya nivîskar, vebêjer, metn û xwendevanan çawa tê avakirin?
Bi danberhevkirina teorîyên nûjen ên vegotinê û tecrubeya romana cîhanî, pirtûk ji Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan heta Erebê Şemo, Mehmed Uzun û romannivîsên hemdem, wêjeya Kurdî ji nû ve dixwîne û ji bo rexne, nirxandin û afirandina wêjeyî zemîneke teorîk û pîvanên nû ava dike.
Sûretê Vegotinê ji bo têgihaştina wêjeya Kurdî ya ku hatiye nivîsandin çarçoveyeke nû pêşkêş dike û berê wêjeya Kurdî ya ku hê dê were nivîsandin jî ronî dike.
#wêjerexne
📍lisyayinevi.com/surete-vegot…
Wêjexane retweeted
Em ê 14ê Mijdarê, lêkolîner û nivîskar Ihsan Colemêrgî li sendîkaya xwe mêvan bikin.
Em ê bi wî re li ser dîrok û pirtûkên wî sohbet bikin û paşê jî pirtûkên xwe îmze bikin.
Ev hevdîtin, dê bibe derfeteke baş ji bo naskirina dîrok, çand û bîranîna bajarê me.
Bi hêvîya dîtina we!
Wêjexane retweeted
●DERKET●
NOSTALJÎ DI ROMANA KURDÎ DE
•SALIH AGIR QOSERΕ
@SalihAgirQoseri
Nivîskar Salih Agir Qoserî di Nostaljî Di Romana Kurdî De ku wekî teza doktorayê hatiye kirin, taybetmendîyên Edebîyata Kurdî ya Swêdê û rolê nivîskarên Kurd ên sirgûnê di afirandina vê edebîyatê de destnîşan dike. Ev qonaxa ku hin caran wekî Edebîyata Dîyasporayê, hin caran jî wekî Edebîyata Sirgûnê tê binavkirin, bi vê lêkolînê dîyar dibe ku Edebîyata Sirgûnê ye û ne Edebîyata Dîyasporayê ye.
Çawa ku di edebîyata sirgûnê ya cîhanê de nostaljî wekî mijarek ji mijarên sereke derdikeve holê, nostaljî di romana Kurdî ya Swêdê de jî bi awayekî berbiçav rû dide. Nostaljî di kîjan mijaran de, çawa derdikeve holê, kîjan faktor dibin sedema nostaljîyê, vegotina vegerînên nostaljîyê çawa pêk tên û gelek xalên din di navenda vê xebatê de ne.
Nostaljî Di Romana Kurdî De bi vekolîna hesret û bîranînên welêt li sirgûnê di romana Kurdî de, nîşan dide ka edebiyat çawa ji bo parastina bîr û nasnameya netewî rolekî girîng dilîze.
#wêjerexne
📍lisyayinevi.com/nostalji-di-…
Wêjexane retweeted
Ji Hejmara 21ê Ya The Raising of Kurds
DANASÎNA PIRTÛKA XELAT A SEDAT YURTDAŞ
Danasîn ji destê Faîk Ocal ✍️
@ocal_faik
📍theraisingofkurds.com/danasi…
#pirtûkênkurdî #sedatyurtdaş #magazine #kurdish #london
Wêjexane retweeted
●DERKET●
• SÛRETÊ VEGOTINÊ
| LI SER ERKA WÊJEYÊ Û TEKNÎKÊN ROMAN Û VEGOTINÊ|
ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN
• BAHOZ Û ÇEND NIVÎSARÊN DIN
OSMAN SEBRÎ
• NOSTALJÎ DI ROMANA KURDÎ DE
SALIH AGIR QOSERÎ
• CÎHANA NÛ YA XWEŞ
ALDOUS HUXLEY
WERGERA JI ÎNGILÎZÎ: SALIH AGIR QOSERÎ
Wêjexane retweeted
Me di salvegera wefata şa’rê gewre Arjen Arî de bi bernameyek ew bîr anî. Di bernameya merasîma Xelatdayîna 13’emîn Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî da panelek li ser helbest û hevpeyvînên Arjen Arî jî hate lidarxistin.
Em spasdarin ji bo beşdarbûna hemû sazîyan û dostên Arjen Arî
Wêjexane retweeted
Hejmara taybet (Rê) a e-kovara "FotoDîmen"ê hate weşandin | E-dergi "FotoDîmen"in özel sayısı (Yol) yayınlandı
-fotodimen.wordpress.com/2026…
#FotoDîmen #Kovar #Dergi #Wêne #Fotoğraf #Rê #Yol #Photo
Nû derket!
Çîrokên Sêhrbazî û Qehremaniyê
Çîrokên Devera Agirî û Îdirê I
Nîhat Öner
Ev xebat, yek ji wan berhevkariyên zargotina Kurdî ya se reke ye ku dikare cihê xwe li kêleka xebatên Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl, Mihemed Tewfîq Wirdî, Elaeddîn Seccadî, Sadiq Bahaeddînê Amêdî bigire. Bi rastî ev ne pesneke belasebeb e. Lewra Nîhat Öner her ve gêraneke xwe çavkaniya wê û kunyeya îcrakerê wê daye ku ev pir muhîm e di berhevkariyê de. Dîsa di neqilkirina nivîskî ya çîrokan de li ser parastina devokê hesas tevge riyaye û di zimanê çîrokan de destwerdan neki-riye. Ev jî ji bo parastina xisûsiyetên devokên Kurdî gelekî muhîm e. Wekî din, dema meriv bala xwe dide berhevkariya wî me riv bêtir Qers, Îdir û Agiriyê dibîne ku ev her sê bajar ji aliyê çand, eşîr û erdnîgariyê ve wekî yek mintiqe tê hesibandin.
nubihar.com/kitap/ciroken-se…
Wêjexane retweeted
1001 Peyvên Kêmnas Di Kurdîya Kurmancî Da
Di vê pirtûkê da 1001 peyvên kêmnas ên kurdîya kurmancî hene. Gelek ji wan neketine ferhengan û li ser zar û zimanan mane. Bahoz Baranî ew bi keda salan yek bi yek berhev kirine, bi dû şopa manayên wan ketîye, pirsîye û piştrast kirîye. Wî ev peyv tevî hûrgilîyên wan pênase kirine û ji bo ev peyv baştir bên famkirin, tevî zayend û cureyên wan ji her peyvê du heb hevokên nimûne dane.
Ji pirtûkê hin peyv:
aberî, bavgoriz, darweş, eybdar, fîtoz, gîma, herdimcan, kandew, lorgoz, mûmar, nawis, oberî, pêgog, qefî, rastemal, singal, şûnbaran, tabwinda, vata, werzeba, xone, zimankus
(Deng, bi hişê çêkirî hatîye amadekirin.)
wardoz.com/tr/kitap/1001-pey…
#kurdi #ziman #peyvênkêmnas #bahozbaran #wardoz







































