ZendTV (@tvzend) header
ZendTV (@tvzend) profile picture

Platforma Medyaya Azad

Joined August 2026
Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)
Pinned Tweet
DI PÊWOYA ÇARESERÎ DE REWŞA DAWÎ ÇI YE? DI ROJÊN PÊŞ DE MUMKUN E KU HIN GAVÊN NÛ WERIN AVÊTIN? PÊVAJO DIMEŞE, ZEXT JÎ ZÊDE DIBIN; EV NE NAKOKÎ YE? JI BO ÇARESERIYA MAYÎNDE DIVÊ ALIYÊ DIN HELWESTEK ÇAWA BIGRIN? Di bernameya Rasterast de Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, ew ê pirsên Fehîm Işik yên di derbarê Pêvajıya Aştî û Civaka Demokratîk bibersivîne... youtube.com/live/fPI8EriPhmU
1
4
93
Ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsû serî li ÎHÎK'ê hat dayîn Parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Onur Duşunmez û Bêrîtan Guneş Altin yên endamên ÎHÎKê ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsû ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye serî li ÎHÎKê da.
1
34
Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Emîr Hatemî da zanîn ku ew amadehiyên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin û hişyarî da ku eger êrişek çêbibe ew dê bi awayekî pir tund û bihêz bersivê bidin.
1
35
Li Kerkûkê teqemeniyên DAIŞ’ê hatin desteserkirin Hêzên artêşa Iraqê di encama operasyonek pêşwext de li bakurê rojavayê Kerkûkê dest bi ser hinek teqemenî û paşmahiyên çeteyên DAIŞ’ê de girt û piştre îmha kir.
1
35
Serokê DYAyê Donald Trum gihîşte Çînê: Trump li frokexaneyê ji aliyê Serokê Çînê Xi Jinping ve hate pêşwazîkirin. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî vê sibehê gihîştibû Çînê. Hersê serokên dewletên zilhêz, di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) de wê sibê lûtkeya sêhêlî pêk bihênin.
1
50
Wêneyê nû yê Ocalan hate parvekirin Parlamentê DEM Partiyê Omer Ocalan wêneyekî nû yê Abdullah Ocalan parve kir. Wêneyê ku ji aliyê Omer Ocalanê braziyê Abdullah Ocalan ve hate parvekirin, di dema hevdîtina Abdullah Ocalan û malbata wî de hatiye kêşan. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan duh, ragihandibû ku mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan guherîne.
1
128
Tom Barrack: Şam û YE ji bo peymaneke nû di nav hewdanan de ne Balyozê DYA yê Enqerê, Tom Barrack ragihand ku ew li mekana xwe ya Enqerê, bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiyaye. Barrack, di posteke hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: "Di Foruma Hevrêzkirina Hevkariya Sûriyeyê ya ku îro li Şamê hate lidarxistin de Sûriye û Yekîtiya Ewropayê (YE) hewldanên xwe yên ji bo peymaneke nû ku bazirganî, veberhênan, hevkariya siyasî û sazûmanî vedihewîne, bi pêş ve birin. Ez kêfxweş bûm ku min li mekana xwe mazûvaniya Şeybanî kirim. Me li ser pirsgirêk û çareseriyên herêmî nîqaşeke hevdilyarî kir. Ez serokatiya ciwan û wêrek a Sûriyeyê û ji ber derfet daye wan ku Sûriyeyê vegerînin cihê wê yê rast, Serok Trump pîroz dikim."
1
35
Bi ser Weşanxaneya Belkîyê de girtin Hate ragihandin ku vê sibehê polêsan bi ser Weşanxaneya Belkîyê ku xwediyê wê helbestkar û nivîskar Rênas Jiyan e de girtine. Di barê serdegirtinê de Rênas Jiyan ragihand ku piştî serdegirtinê polîsan li weşanxaneyê lêgerînan û ji xebatkaran lêpirsînê kirine û paşê çûne. Nivîskarê navdar Rênas Jiyan bertek şanî serdegirtina weşanxaneya xwe da û got: "Ev pêvajo û lihevhatineke çawa ye? Zext û zordarî na, lê mafnasîn, dadperwerî û azadî çareserî ye. Em ê ti carî dev ji ziman û welatê xwe bernedin."
3
49
Xwepêşandanên Rojhelatê Kurdistanê: Li Awdananê ji ber gulebarana hêzên rejîmê çendîn kes brîndar bûn. Gelê navçeya Awdananê ya eyaleta Îlamê ya Rojhelatê Kurdistanê, ji ber ku di 14ê Mijdarê de li nêzîkî navçeyê, di encama karesateke trafîkê de 14 karkeran canê xwe ji dest dan, bi mebesta çêkirina rêyan, îro çalakiyeke xwepêşandanî pêk hanîn. Lê belê hêzên rejîma Îranê bi gulebarandinê bersivê da xwepêşanderan. Hate ragihandin ku di encama gulebarana hêzên rejîmê de çendîn kes brîndar bûne û brîna hinan giran e. Hejmara teqez a brîndaran nehate hînbûn.
45
Vance namzediya xwe ya serokatiya DYAyê ragihand Cîgirê Serokê DYAyê James David Vance ragihand ku ew namzedîya xwe ya ji bo hilbijartinên serokatîyê yên 2028an dûr nabîne. Vance di hevpeyvîna xwe ya bi Fox Newsê re got: "Dema ez biryarekê bidim, ez ê bi hemû hêza xwe li pişt wê biryarê bim. Ji bo pêşbazîya rûniştina li Koşka Sipî, pêdivî bi komkirina aboriyeke baş û amadekarîyên berfireh heye. Loma ez nikarim vê biryarê heya kêliya dawî taloq bikim.
26
Li Iraqê aloziya navbera hikûmet û Ketaîb Hizbullahê di asta bilind de ye: Hêzên Destwerdana Lezgîn jî arasteyî Curf Sexerê bûn. Piştî derkete holê ku ji 2021an vir ve, li navçeya Curf Sexerê ya parêzgeha Babîlê ya Iraqê, boriya sereke ya neftê hatiye qulkirin û nefta vê boriyê bi awayekî sîstematîk hatiye dizîn û frotin, di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û koma çekdar a Ketaîb Hizbullahê ku bi hevalbendiya rejîma Îranê dihê nasîn de aloziyê rû dabû û Serokwezîr Elî Zeydî ferman dabû ku hêzên artêşê biçin li herêmê kontrolê têxin destê xwe. Piştî fermana Zeydî, hate ragihandin ku ji bilî hêzeke giran a Artêşa Navendî, Hêza Polîsên Federal û Hêzên Dije-terorê; Hêzên Destwerdana Lezgîn jî gihîştine Curf Sexerê. Hemû ev hêzên Iraqê li dorhêla Curf Sexerê hatine bicihkirin û ketine rewşa amadekariya egera hêriş an pevçûnê. Serokwezîr Elî Zeydî heta roja îniyê (20ê Mijdarê) dem dabû Ketaîb Hizbullahê ku kontrola deverê radestî hêzên navendî yên Iraqê bike û ji deverê derkeve. Curf Sexer, ji
3
207
Hatimogullari di barê pêvajoyê de agahiyên grîng dan: "Wê parêzerên Ocalan, siyasiyên li Tirkiye û Ewropa beşdarî Lijneya Aştî û Sîyasîbûnê bibin." Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogulları di barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji Ajansa Mezopotamya re peyivî û agahiyên grîng dan. Hatimogullari, di barê kesên ku wê beşdarî Lijneya Aştî û Sîyasîbûnê ya ku wê ji aliyê Abdullah Ocalan ve bihê bi rêvebirin de, da zanîn ku herçend nav nehatibin destnîşankirin jî, wê parêzerên Ocalan, hin siyasiyên li Tirkiyeyê û hin ji siyasiyên li Ewropayê beşdarî lijneyê bibin û wê li gel rojnamegeran bi serbestî bi Ocalan re hevdîtinan pêk bihênin. Tulay Hatimogullari, di barê destpêkirina vegeran de jî wiha peyivî: "Wê ji çiya hin kes bihên. Ji bo komek ji Ewropayê vegere amadekarî dihêne kirin. Di girtîgehan de nêzîkî 4 hezar mehkûm hene û wê di demeke kurt de ji aliyê parêzgerên wan ve serlêdanên wan bihêne kirin." Hatimogulları diyar kir ku ji bo hemû ev kar û xebat bihêne kirin û ji gihaneka yekem derbazî gihaneka duyem bibe, divê Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) biryar bide.
1
4
250
Metranê ji Amêdiyê bû Sermetranê Keldaniyan ê Amedê Metran Îmad Xoşaba yê ji navçeya Amêdiyê ya Duhokê, bi wekalet bû Sermetranê Keldaniyan ê Amedê. Metran Îmad Xoşaba, beriya niha Sermetranê Eparşiya Keldaniyan a li Tehranê bû. Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Krîstiyanan ê li Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Xalid Cemal Elbêrt ragihand ku piştî koça dawî ya Metran Sabrî Anar, Metran Îmad Xoşabayê ji navçeya Amêdiyê ya bajarê Dihokê, bi wekalet bûye Sermetranê Amedê.
1
69
Tirkiyeyê ji %12ê budceya giştî ji parastinê re veqetand Para parastinê ji 30 milyar dolarî zêdetir bû. Hikûmeta hevpeyman a AK Parti û MHPê, di plana budceyê ya 2027an de, ji para budceya Wezareta Parastinê re 1 trîlyon 532 milyar û 647 milyon TL (Ji 30 milyar dolarî zêdetir) veqetandiye. Ev para wezaretê ya 2027an, ji ya 2026an ji %86,2 zêdetir e. Her wiha para xerca ji bo çek û cebilxane ya Fona Piştgiriya Pîşesaziya Parastinê ji %229 hatiye zêdekirin.
1
57
Serokê Rûsya û Serokê Çînê li Shenzhenê li hev civiyan Putin û Jinping li benda Trump in. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku di çarçoveya beşdariya Lûtkeya APECê çû bajarê Shenzhenê yê Çînê, li wê derê bi Serokê Çînê Xi Jinping re derkete pêşberî çapemeniyê. Aliyan di barê vê hevdîtinê de agahiyên naveroka hevdîtinê ji raya giştî re parve nekirin. Sibê, wê Jinping, Putin û Serokê DYAyê Donald Trump lûtkeya sêhêlî pêk bihênin.
2
101
Li Dihokê jineke 33 salî ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin Li bajarê Dihokê jineke 33 salî ji ber pirsgirêkeke civakî ji aliyê birayê xwe ve bi demançeyê hat kuştin. Berdevkê Polîsê Parêzgeha Dihokê Hêmin Silêman ragihand ku tohmetbarê bûyerê xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye.
1
60
Li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên gel dest pê kirin Li bajarê Abdananê yê parêzgeha Îlamê, xwepêşandanên gel dest pê kirin.
1
66
Li herêma Germiyanê, berazên kovî hemwelatiyek kuştin. Îro êvarê li herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê, hemwelatiyek di encama êrîşa berazên kovî de jiyana xwe ji dest da.
2
70
Esed Şeybanî û Hakan Fîdan civiyan: Mijarên sereke ewlehî û HSD bûn Hakan Fîdan piştî civîna li gel Wezîrê Karên Derve û Koçberan yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ragihand ku ew di pêvajoya tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên dewleta Sûriyeyê de bi hikûmeta Şamê re di nava hevahengiyê de ne.
2
98
Rejîma Îranê bi dronan êrîşî herêmên Pênciwên û Asosê kir.
3
166