
Romana nivîskarê navdar Aldous Huxleyî ya "Brave New World" ji aliyê nivîskar, akademisyen û wergêr Salih Agir Qoserî ve bi navê "Cîhana Nû ya Xweş" ji Îngilîzî ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û ji Weşanên Cervantesê derket. #BraveNewWorld
- rumetmed.blogspot.com/2026/1…
Hejmara nû ya e-kovara "The Raising of Kurds"ê weşîya. Nivîsa min a bi sernavê "Çend Nîşe Li Ser Ruhê Tora Civakî û Jiyanê" jî di hejmara 22yê ya kovarê de cî digire.
theraisingofkurds.com/cend-n…
The Raising of Kurds, Cotmeh 2026, Weşîya!
VAYE BERG, NAVEROK Û SPONSORA HEJMARA 22an
📍theraisingofkurds.com/hejmar…
#mihemedarifciziri #october #magazine #kurdish #london
Romana Aldous Huxleyî ya "Cîhana Nû ya Xweş" bi wergera Salih Agir Qoserî, ji Weşanên Cervantesê derket.
●DERKET●
CÎHANA NÛ YA XWEŞ
•ALDOUS HUXLEY•
WERGERA JI ÎNGILÎZÎ •SALIH AGIR QOSERΕ
@SalihAgirQoseri
Aldous Huxley di Cîhana Nû Ya Xweş de, ku di 1932’yan de nivîsîye, jîyana salên 2500’î pêşkêş dike. Li Cîhanê dewletek tenê bi navê Dewleta Cîhanê heye, zarok di laboratuwaran de, bi hejmarên girseyî tên hilberîn. Zewac, malbat, dayik, bav, xwişk û bira, herweha hestên wekî hezkirin, evîn, xemgînî, hêrsbûn û hwd. tune ne. Nexweşî, kalbûn û pîrbûn jî tune ye, mirov her tim ciwan in, kêfxweş û bextewar in.
Lê gelo cîhaneke wiha mimkun e?
Huxley bi nivîsîna vê romana dîstopîk di eslê xwe de vê pirsê ji cîhana me yî îro dike. Lewra pêşkeftinên zanistî û teknolojîk me ber bi cîhaneke wiha ve dibe. Huxley bi karakterê Johnê ku ji herêma Bejî hatiye vê cîhanê, şaşî û qisûrên vê cîhanê nîşan dide, di heman demê de bersiva vê pirsê jî dide.
Cîhana Nû Ya Xweş ji alî Salih Agir Qoserî ve hatiye wergerandin ku romanên George Orwel 1984, Çewlîka Heywanan, Kallocain a Karin Boye û gelek romanên din wergerandiye Kurdî. Ev roman ne tenê xeyala cîhaneke pêşerojê ye, di heman demê de neynika cîhana me yî îro ye jî.
#roman #wêjeyacîhanê
📍lisyayinevi.com/cihana-nu-ya…
Hejmara taybet (Rê) a e-kovara "FotoDîmen"ê hate weşandin
Hejmara taybet (Rê) a e-kovara "FotoDîmen"ê hate weşandin | E-dergi "FotoDîmen"in özel sayısı (Yol) yayınlandı
-fotodimen.wordpress.com/2026…
#FotoDîmen #Kovar #Dergi #Wêne #Fotoğraf #Rê #Yol #Photo
Rûmet Onur retweeted
Derûnkolerî (psychoanalysis; دەروونشیکاری)
Bîrdoziya derûnkoleriyê dibêje pirs û girêkên derhişî (unconscious) yên mêjî rê nîşan didin ka kesayeta me çawa pêş dikeve û reftar û tevgerên me çawa şemal digirin. Ev bîrdozî di destpêka sedsala 20an de ji aliyê bijîşkê noronan ê awistûrî Sigmund Freud ve hat damezrandin. Bîrdoziya derûnkoleriyê destnîşan dike ku kesayet û tevgerên me encama nakokiyên berdewam ên zihn û mêjiyê me ne. Takekes ji vê nakokiya kûr agahdar nîne, ji ber ku ew li cihekî kûr ê zihn û mêjiyê derhişî diqewime.
Sê astên hişmendiya mirov hene:
Zihn û mêjiyê hişyar û hişmend (conscious mind; مێشکی ئاگایی): Hemû ramîn û hestên ku em pê dihesin vedihewînin.
Zihn û mêjiyê pêşhişmendî (preconscious mind; مێشکی پێش نائاگایی): Hin agahiyan vedihewîne, weke bîranînên zarokatiyê ku bi derûnkoleriyê dikarin werin gihîştin.
Zihn û mêjiyê derhişî (unconscious mind; مێشکی نائاگا): Piraniya hêz, handan (motîvasyon) û ramînên mirov li vir veşartî ne û mirov pê nizane. Wisa tê bawerkirin ku xewn nîşanên ramînên zihn û mêjiyê derhişî in; mirov nikare bi awayekî asayî li ser wan bifikire, ji ber ku zehmet e meriv bi hişyarî û hişmendî bi wan ramînan re rû bi rû bimîne.
brahimaluci.blogspot.com/202…
Rûmet Onur retweeted
Hevpeyvîn, gotûbêj û axaftinên Arjen Arî bi serenavê “Xwedîye Peyva Serhildêr im” hatin berhevkirin!
Bi amedekarîya Rêzan Diljen ( @RDiljen ), hemû hevpeyvînên Arjen Arî di berhemekê de hatin komkirin û çap bû. +
Bi hişê çêkirî re hatiye afirandin.
Watch Episode 1 of our Odyssey series made with Grok Imagine.
Let us know in the comments if you'd like a full breakdown of how it was done!
Creative collaboration with @WonderStudiosX and director Dev Walker @glumlot_
Piranîya mirovên vê serdemê gelek ecêb in; di derbarê mijarên ku qet jê fêm nakin, nexwendine-lêkolîn nekirine ango ti agahîyên wan tune de wekî pisporan diaxivin û daraz didin. Bêyî empatî û etîk, û bi pêşdarazîyan dijîn. Paradoksa herî mezin a vê serdemê..
Her konuda "bilgisi" olan ve her konuyu "en iyi bilen" bir insan türü oluşmaya başladı. Hiçbir emek harcamadan sanki çok şey yapmış gibi bir görünüm oluşturmaya çalışan bir ferasetsizlik. Her konuda herkesle diyaloğa girerek bilgisizliğini örtmeye çalışan egolardan bir çöplük..
Rûmet Onur retweeted
Pirtûka min a kurteçîrokan ji @WesanxaneBelki ye derket. Spas dikim ji bo keda hemû hevalan.
Pir dilxweş im...
Ramangêr û nivîskar prof. Terry Eagleton pisporê teorîyên wêje û çandê ye. Li ser gelek mijarên wekî edebîyat, çand, felsefe, teolojî, psîkanaliz, huner, postmodernîzm, bîrdozîyê bi dehan pirtûk nivîsandine. Ji bo famkirina ruhê serdemê û jiyanê, divê berhemên wî bêne xwendin.
Helbestvan, cerîbîner, wergêr, rexnegir, profesora wêjeya klasîk a Kenedayî Anne Carson îsal Xelata Nobelê ya Wêjeyê (2026) girt. #NobelPrize
rumetmed.blogspot.com/2026/1…
Hejmara 21an ya e-kovara "The Raising of Kurds"ê gihîşt ber destê xwîneran. Nivîs-nûçeya min a li ser sezona çarem a rêzefîlmê #Silo'yê jî di jimara nû de cî digire.
Hejmara 21an Ya The Raising of Kurds Derket!
📍theraisingofkurds.com/hejmar…
#newissue #september #magazine #kurdish #london
Rûmet Onur retweeted
Piştgirîya me bikin.
banbilet.com.tr/tr/events/ji…
Rûmet Onur retweeted
📷 Wênehezên hêja,
e-kovara me li benda wêneyên we yên li ser "Rê"yê ye!
Değerli fotoğrafseverler,
e-dergimiz "Yol" temalı fotoğraflarınızı bekliyor!
Dear photography lovers,
our e-magazine is waiting for your "Road" photos!
*Hejmara taybet./Özel sayı.
#FotoDîmen #Photo
Rûmet Onur retweeted
Derhênerê Kurd Zekeriya Aydogan: Li jiyanê binêre; ji ber ku sînema li wir e
✍️Hevpeyvîn: ONUR KAYA
🔗kovaradilop.net/2026/09/15/d…


































